09 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 10 Cotmeh 2015
Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan destnîşan kir ku "banga agirbestê" ya rêxistina terorê xapandin e û wiha got: "Dema ku dikevin tengasiyê wiha dikin. Vê gavê qîmeta tiştên wiha tuneye û bawerî pê nayê."
Akdogan di kanala "A Haber"ê da der barê têkoşîna dijî terorê û Pêvajoya Çareseriyê da axivî.
Akdogan der barê gotinên Hevserokê Giştî yê HDPyê Selahattîn Demirtaş da ku gotibû "Kesên ku dibêjin em alîgirên şer in û ev mesele bi çekan çareser dibe bila rayê nede me, em tundiyê naxwazin" wiha got: "Êdî tu meneya gotinên wan tuneye. Vê gavê meneya rêxistina ku di bin siya wê da ne û çalakiyên wan heye. Qîmeta gotinên partiyeke siyasî heye, heger partî di xizmeta rêxistinê da be û rêxistin jî li gor menfeeta partiyê hereket bike, yanê têkiliyeke di nav hev da hebe, ev zirarê didie demokrasiyê."
Akdogan diyar kir ku hêzên çekdar ji bo rayên HDPyê zêde bibin gund bi gund digerin û gefan dixwin û êşkence dikin û wiha dewam kir: "HDP jî li gor armancên rêxistinê hereket dike, rê li ber vedike, qada ku vala dike rêxistin tije dike. HDP şaredariya bi dest dixe, lê gotina rêxistinê derbas dibe. Merivên rêxistinê şaredariyan îdare dikin."
Akdogan destnîşan kir ku dewlet li dijî van têkoşînê dide û wiha xeberda: "Em dikarin bibêjin ku di hemleyên dawîn da em serkeftî ne. Ev operasyon sedem nînin, encam e. Rêxistina terorê piştî 7ê hezîranê îlan kir ku şerê gel a şoreşger dane destpêkirin. Li ser vê dewletê operasyonên ewlehiyê dan destpêkirin. 3 rêxistinê terorê li dijî Tirkiyeyê şer dane destpêkirin. Heger dewletê operasyon nekira wê tevlihevî derketa. Divê ev operasyon û yên salê 90î neyên tevlihevkirin. Îro di nav zagonê da têkoşîn tê dayîn. Li ser daxwaza gelê herêmê ev operasyon dest pê kirin. Tezên rêxistina terorê têk çûn. Xwestin şerê gel ê şoreşger bikin, ew jî têk çû."
Akdogan der barê banga agirbestê ya rêxistina terorê da wiha got: "Ev xapandin e. Dema ku dikevin tengasiyê tim wiha dikin. Vê gavê tu qîmeta van tuneye û pê nayê bawerkirin. Dewlet wê operasyonên xwe berdewam bike, heta encamê bi dest bixe wê dewam bike. Havîn û zivistan ferq nake, heta ku bûyerên terorê hebin û yên ku çekdar in zilmê bikin û hiqûqê binpê bikin wê dewam bikin. Wê tevdîrên ewlehiyê û operasyon dewam bikin. Ji bo parastina demokrasiyê, gel û mafên sereke û bingehîn wê dewam bike."
Akdogan li ser pirsa "Di vê rewşê da hûn ciyê Îmraliyê çawa dinirxînin, dewlet hê jî bi Ocalan ra diaxive?" wiha got: "Em niha bala xwe didin çalakiyên terorê."
Akdogan diyar kir ku hin kes dibêjin "Gelek tişt hatin kirin, gelo Pêvajoya Çareseriyê wê dest pê neke?" û wiha got: "Rewş hatibû asteke wisa ku Pêvajoya Çareseriyê nedihat berdewamkirin."
Akdogan diyar kir ku ne tenê êrîşên terorî, heta rêbirîn û xeracsitendin neqede pêvajo nayê meşandin û wiha got: "Heta ev ji holê ranebin, hûn bixwazin jî pêvajo nameşe. Ji ber vê jî divê ewlehî çêbe ku Pêvajoya Çareseriyê bimeşe."
Yalçin Akdogan destnîşan kir ku piştî bûyerên Kobanêyê xwestin serî rakin û got ku ji ber vê jî pêvajo qut bû.
Akdogan diyar kir ku HDPyê di pêvajoya hilbijartinê da meqes guherand û wiha xeberda: "Bi neyarên Pêvajoya Çareseriyê ra hevkarî kir û ji bo rayan da ku bendê derbas bike bêbextî li pêvajoyê kir. Rêxistina terorê ya ku nedixwest çekan dayne, peyra dest bi çalakiyên terorê kir û rewşa îro derket holê."
Akdogan li ser pirsa "Bi Ocalan ra tiştek nedihat kirin?" wiha axivî: "Hûn dizanin di ser Ocalan da hin tişt hatin kirin, lê rêxistina terorê hemû vala derxistin. Daxuyaniya di Newroza dawîn da, gelek bûyerên piştî Dolmabahçeyê. Daxuyaniya Dolmabahçeyê jî ji ber rêxistinê 3 hefte bi derengî ket. Ocalan bang kir, lê vana daxuyanî neda. Di vê pêvajoyê da tim li ser sozê xwe nesekinînin û xwestin Ocalan derxin valahiyê. Em dixwazin hêzên çekdar tesfiye bikin û operasyonên ewlehiyê bikin. Ji xeynî vê Qendîl, HDP û yên mayîn çi dibêjin, ne girîng e."