09 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 09 Cotmeh 2015
Li cihên bilind ên Wan û Hekariyê berfa ewil a salê ket.
Li navenda bajêr û navçeyan baran dibare, li cihên bilind jî berf dibare. Piştê berfê lûtkeyên çiyayan bi berfê spî bûn.
Li Derbasgeha Karapetê ya ku bilindahiya wê 3 hezar e ya ser rêbeja Wan-Baxçesarayê seranserê salê 9 meh berf heye. Li derbasgeha Karapetê jî piştî hewaya sar berf barî.
Li herêmê hewa yek car sar bû û dan zanîn ku şilî car bi car dê bibare û germahiya hewayê jî dê hêj bi qasî 6 pîleyan kêm be.
Li Yuksekoavaya navçeya Hekariyê jî berf barî Çiyayê Cîloyê.
Li Yuksekovayê ev du roj in baran dibare piştî baranê li cihên bilind berf barî. Li navçeyê sermaya hewayê êdî yek car tê hîskirin û Çiyayê Cîloyê ji berfê spî bû.
Welatî li hember berfa ku dîtin mat man û diyar kirin ku îsal hewa sar bû, berf jî zû barî.