23 Sibat 2016•Rojanekirin: 24 Sibat 2016
HELEB
Balafirên şer yên artêşa Rûsyayê, li nêzîkê gundê Şêx Îsayê girêdayî navçeya Marî ya ku dikeve bakurê Helebê, herêma ku hêzên PYDya rêxistina terorê û Ceyş es-Suwar lê ne, bi bombeyên mîsketan bi şaşî bombebaran kirine.
Li gorî agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji çavkaniyên herêmî yê Şêx Îsayê sitendine, balafirên şer yên Rûsyayê, li rojavayê gundê Şêx Îsayê girêdayî navçeya Marî ya ku dikeve bakurê Helebê, herêma ku hêzên PYDya rêxistina terorê û hevkarê wê Ceyş es-Suwar (Artêşa Şoreşê) lê ne, bi bombeyên mîsketan bi şaşî bombebaran kirine.
Di bûyera ku Rûsyayê hevpeymanên xwe bombebaran kiriye da, hejmarek gelek ji hêzên çekdar yên PYDyê û Ceyş es-Suwarê hatine kuştin û birîndar bûne. Herwiha gelek xanî rûxiyane û xisar dîtine. Tîmên bergiriya sîvilan jî bi mebesta ku bizanin bê ka kuştî û birîndar di bin enkaza xaniyan da man e yan na, lêkolînê dikin.