Balafirê alîkariyê ya TSKyê ji Enqereyê gihîşt Beyrûtê
Hat ragihandin balafira Hêzên Çekdarên Tirk ku ji Tirkiyeyê bo Libnanê alavên alîkariyê û personel veguhestin, gihîşt Beyrûtê.
Istanbul
Hat ragihandin balafira Hêzên Çekdarên Tirk ku ji Tirkiyeyê bo Libnanê alavên alîkariyê û personel veguhestin, gihîşt Beyrûtê.
Di daxuyaniya li ser hesabê Wezareta Parastina Neteweyî yê Twitterê da wiha hat gotin, "Balafira me ya TSKyê bi alavên alîkariya tibî, ekîpman û personelê lêgerîn û xilaskirinê ji Enqereyê rabû, gihîşt paytextê Libnanê Beyrûtê ku lê teqîn çêbû."
Piştî teqîna li Beyrûtê, Tirkiyeyê li ser telîmata Serokomar Recep Tayyip Erdogan bo herêmê alavên alîkariya tibî, ekîpman û personelê lêgerîn û xilaskirinê şandin herêmê.
Alavên ku ji hêla Wezareta Tenduristiyê, AFAD û Heyva Sor hatin amadekirin li Balafirgeha Eskerî Etimesgutê li balafira karyoya eskerî ya cure A 4000M hat barkirin.
Wezareta Tenduristiyê 21 personelê UMKEyê, du unîteyên midaxeleya bilez, 3 konên hewirîna personel, derman û alavên tibî, AFADê 10 personel, ekîpman, wesayîteke xilaskirinê û her wiha Heyva Sor a Tirk jî 3 personel, ekîba lêgerîn û xilaskirin û her wiha alavên alîkariya tibî û însanî bo herêmê şandin.
Ji aliyekî din va Serokê AFADê Mehmet Gulluoglu li Balafirgeha Eskerî Etimesgutê berî ku balafira kargoya eskerî rabe, daxuyanî da çapemeniyê û destnîşan kir ku li herêmê piştî teqînê travmayeke cidî çêbû û lewma jî ekîbeke 20 kesî ya UMKEyê ku pisporên tedawiya travmayê jî di navê da hene, dê bo herêmê bê şandin.