06 Tebax 2020•Rojanekirin: 06 Tebax 2020
Wezareta Parastina Neteweyî ragihand ku îro li herêma Operasyona Pencik-Pilingê bi terorîstan ra şer qewimî û gundparêzek jî birîndar bû lê ew li nexweşxaneyê dihat dermankirin bi ser xwe da nehat û şehîd ket.
Di daxuyaniya Wezaretê da wiha hat gotin: "Li herêma Operasyona Operasyona Pencik-Pilingê di şerê bi terorîstan ra derket da gundparêzek me yê egîd birîndar bû û ew li nexweşxaneyê digel hemû mudaxaleyan bi ser xwe da nehat û şehîd ket."
Wezaretê di daxuyaniyê da ji bo gundparêzê şehîd ketiye dia kir û sersaxî da malbata wî.