ANKARA
Wezareta Tenduristiyê ji bo polêsê şehît û polêsên birîndar balafira ambûlansê şandibû Somaliyê, balafira ku her sê polêsên birîndar û cenazeyê polêsê şehît anî li balafirgeha Esenbogayê danî.
Birîndar li ambûlansan hatin siwarkirin û di bin çavnêriya polêsan de berê xwe dan Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Ataturkê.
Di êrîşa ku li ser avahiya pêvek a Balyozxaneya Tirkiyeyê ya li Somaliyê hat kirin de polêsek şehît ketibû û 3 polês jî birîndar bûbûn.