Eşber Ayaydın
29 Adar 2022•Rojanekirin: 31 Adar 2022
Li Şanliurfaya ku yek ji navendên girîng a turîzma baweriyê ya dinyayê ye amadehiyên remezanê temam bûn.
Li gor riwayetan bav û kalê pexemberan Hezretî Îbrahîm li Şanliurfayê hatiye dinyayê, Hezretî Eyub, Hezretî Elyasa û Hezretî Şuayp jî li vir jiyane. Ji ber vê ev bajar ji hêla turîzma baweriyê va gelekî girîng e.

Li Şanliurfayê Gola Masiyan a ku tê gotin Hezretî Îbrahîm avêtine agir balê dikşîne ku her sal, bi taybetî jî di mehên receb, şeban û remezanê da tê ziyaretkirin.
Cihê Sebrê ya ku çilexaneya Hezretî Eyub e, Mizgefta Mezin, Mizgefta Hesen Paşa û Yusuf Paşa jî di nav wan cihên zêde tên ziyaretkirin da cih digirin.

- "Piştî 2 salan em ê îbadetên xwe bi coş bikin"
Miftiyê Bajêr Ramazan Tolan ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ji bo ku meriv bi rehetî îbadetên xwe bikin amadehî hatine kirin û wiha axivî: "Li bajêr 2 hezar û 107 mizgeftên me hene ku li van mizgeftan amadehiyên me temam bûn. Xwedê nesîb bike em benda cimaeta xwe ne. Ji ber şewbê me 2 salan navber da nimêja terawîhê, lê îsal înşallah em ê bi coş nimêja terawîhê û îbadetên xwe bikin."

Tolan got li Şanliurfayê tu kes tî û birçî namîne ew ê mêvandariya kesên ji dervayî bajêr tên bikin û wiha dewam kir: "Dema dibêjin rojî, xwendina Qur'ana Pîroz û miqabele tê hiş. Li hemû mizgeftên me rojê carekê an jî du caran wê miqabele bê xwendin. Înşallah em ê bi hev ra li Şanliurfayê remezaneke têr û tije derbas bikin."