Tirkiye

Ava bendavê vekişî gundê berê derket holê

Başçawîşa gundê Agiriyê di binê ava Bendava Yaziciyê da mabû û bi tenê minare li ser avê mabû. Dema ava bendavê vekişî gund dîsa derket holê

Haydar Şahin  | 13.08.2019 - Rojanekırın : 17.08.2019
Ava bendavê vekişî gundê berê derket holê

Ağrı

Başçawîşa gundê Agiriyê di binê ava Bendava Yaziciyê da mabû û bi tenê minare li ser avê mabû. Dema ava bendavê vekî gund dîsa derket holê.

Di van salên dawîn da germahiya hewayê derket asta herî bilind, ji ber ku bi ava bendavê zevî û mêrgan av didin ava bendavê jî vedikişe.

Li Agiriya germahiya hewayê derkete 38 pileyî bilindahiya ava Bendava Yaziciyê 5 mêtre daket. Bi daketina asta avê va gundê Başçawîş dîsa derket holê.

Li bendavê bi taybetî zivistan û biharê dîmenên xweşik derdikevin holê û niha jî ji ber ku ava bendavê vekişya gundê di binê avê da mabû xuya kir û dîmenên balkêş derketin holê.

- Gundê xwe yê berê bi ziyaretvanan didin nasîn

Salên borî bi tenê minareya mizgeftê dihat dîtin û nika gundiyên gundê berê di vê demê da îmkanê dibînin li pire, xanî, tewle û ocaxên xwe mêze dikin.

Gundî li gundê xwe yê berê mêze dikin û serpêhatiyên xwe tînin bîra hev.

Gundiyên ji dûr li gund mêze dikin bi ziyaretvanan jî gundê xwe yê berê didin nasîn.

Bendava ji çivûkên koçber ra jî malxwedîtiyê dike bi dîmenên xwe va merivan şaş û metel dihêle.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.