Tirkiye

Di kamerayên ewlehiyê da dîmenên derbekarên dixwazin "delîlan ji holê rakin" derketin

Di kamerayên ewlehiyê da dîmenên derbekarên baregeha Beştepeyê ya Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan dagir kiribûn derketin ku dema hewla derbeyê têk diçe ji bona delîlan ji holê rakin dixwazin bikevin odeyeke li qata serokatiya daîreya tayînê ye.

13.08.2019 - Rojanekırın : 15.08.2019
Di kamerayên ewlehiyê da dîmenên derbekarên dixwazin "delîlan ji holê rakin" derketin

Ankara

Dema hewla derbeyê ya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) di kamerayên ewlehiyê da dîmenên derbekarên baregeha Beştepeyê ya Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan dagir kirin derketin ku dema hewla derbeyê têk diçe ji bona delîlan ji holê rakin dixwazin bikevin odeyeke li qata serokatiya daîreya tayînê ye.

Di dîmenên ku di dosyeya doza Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan ya li Dadgeha Cezayê Giran ya 23yemîn ya Enqereyê tê dîtin da cî girtin derbekar dixwazin delîlan ji holê rakin.

Li gor rapora pisporan ya der barê dîmenan da ku nûçegihanê AAyê bi dest xist Umît Yolcuyê serbazê planê yê Midûriyeta Şaxa Kordînasyon û Plana Personelan yê berê di saetên destpêka hewla derbeyê da bi cil û bergên sivîl dikeve baregaha Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan.

Derbekar kilîda cebilxaneya baregehê dişikînin û Yolcuyê ku ji cibilxaneyê çek û guleyan hildide peyra bi Mutlu Kiratliyê sertexmen ra diçe Navenda Herekatê.

Yolcuyê bi şev kar û barên derbeyê dike piştî ku hewla derbeyê têk diçe bi komeke derbekar ra derdikeve qata serokatiya daîreya tayînê.

Yolcu tevî Îsmaîl Yapiciyê yuzbaşiyê berê, Hamza Toprakê sertexmenê berê û Cenk Burak Canbergê sertexmenê berê li qata navborî tê ber odeyekê û bi alîkariya derbekarekî milê xwe li derî dixe.

Piştî ku bi ser nakeve Yolcu pehînan li derî die û peyra demançaya xwe derdixe.

Yolcuyê dixwaze derbekarên li derdora wî dûr bikevin 16ê Tîrmehê dema saet dibe 06.31 gule berdide deriyê odeyê.

Yolcu qovanên li erdê kom dike û cardin zorê dide derî, lê piştî ku derî venabe tevî derbekarên din ji qata serokatiya daîreya tayînê diçe.

Ji bona Yolcuyê ji bersûcê girtî yê doza Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan cezayê hepsa muebedê ya 11 caran girankirî tê xwestin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın