Elif Orhan
26 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 27 Tîrmeh 2018
WASHINGTON
Serokê Amerîkayê Donald Trump tehdît kir heke ku keşîş Andrew Craig Brunsonê ku bi îdiaya li ser navê FETO û PKKya rêxistinên terorê sûc û sixûrî kiriye tê darizandin neyê berdan dê ji bo Tirkiyeyê mueyîdeyên berfireh bidin destpêkirin.
Trump ji ser hesaba xwe ya Twîtterê daxuyaniyek da û got ku "Amerîka ji ber girtîbûna mawedirêj a Keşîş Andrew Brunsonê ku xiristiyanekî mezin, bavê malbatê û mirovekî newaze ye ji bo Tirkiyeyê mueyîdeyên berfireh tetbîq bike. Ev mirovê dînê yê mesûm divê demildest serbest bê berdan."
Arîkarê Serokê Amerîkayê Mike Pence jî di bernameyeke ku li Wezareta Karên Derve beşdar bû de hember Tirkiyeya endamê îtîfaqa NATOyê heman tehdît kiribû. Pence gotibû ku "Heke Tirkiye demildest Keşîş Andrew Brunson neyê serbestkirin û venegere mala xwe ya li Amerîkayê Amerîka heta ku ev mirovê baweriyê yê mesûm serbest bê berdan dê ji bo Tirkiyeyê mueyîdeyan tetbîq bike."
Girtîbûna Brunsonê ku bi îdiaya li ser navê FETO û PKKya rêxistina terorê sûc kirine, sixûriyê kiriye heta 35 salan cezaya hepsê ji bo wî tê xwestin ji ber "pirsgirêkên tenduristiyê" duh guherandibûn hepsa malê.