Ahmet Aydın
26 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 26 Tîrmeh 2018
ANKARA
Berdevkê Serokomariyê Îbrahim Kalin got, "Ne mumkun e ku ev zimanê tehdîdkar ê di daxuyaniyên rêveberiya Amerîkayê yên dijî Tirkiyeyê ku yek ji endamê NATOyê ye bê qebûlkirin."
Kalin derbarê nivîsa Serokê Amerîkayê Donald Trump ya ku gotibû "Heke Keşe Brunson serbest neyê berdan, dê li dijî Tirkiyeyê mueyyide dest pê bikin" daxuyaniyek kbelav kir.
Kalin got, "Ne mumkun e ku ev zimanê tehdîdkar ê di daxuyaniyên rêveberiya Amerîkayê yên dijî Tirkiyeyê ku yek ji endamê NATOyê ye bê qebûlkirin."
Kalin wiha pê de çû:
"Rêveberiya Amerîkayê ku heta îro di mijara FETO de ti gav ne avêtine, bi mehnekirina xisûsekê di warê daraza Tirkiyeyê de, Tirkiyeyê tehdîd dike. Bila bizane ku wê ti encamê nestîne. Amerîka berî ku zêdetir zirarê bide berjewendiyên xwe û têkiliyên me yên hevpeymaniyê, demildest divê helwestên xwe reçav bike û vegere ser zemîneke erênî."