03 Gulan 2016•Rojanekirin: 04 Gulan 2016
ANKARA
Duh piştî ku roket avêtin Kilîsê, kozikên DAEŞê yên li herêmên Suran, Arşak, Îkdah û Îhtimalatê yên li Sûriyê bi obusên firtone û roketavêjan va hatin gulebarankirin. Di gulebaranê da hejmara terorîstên DAEŞê yên ku hatin kuştin derket 58an.
Çavkaniyên leşkerî daxuyand, duh piştî ku roket avêtin Kilîsê kozikên DAEŞê hatin gulebarankirin û agahî hat hildan ku li herêma Îhtimalatê ji birîndarên endamên DAEŞê 8 kesên din jî mirine. Leşkerên tirk duh êvarê gule barandin li ser herêmên Suran, Arşak, Îkdah û Îhtimalatê yên li Sûriyê û di gulebaranê da hejmara terorîstên DAEŞê yên ku hatin kuştin derket 58an.
Duh piştî êrîşê kozikên DAEŞê hatibûn gulebarankirin.