25 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 26 Berfanbar 2015
ANKARA
Di çarçoveya têkoşîna dijî terorê da li Cizîr, Silopî, Sûr, Dargêçit, Nisêbîn û Bidlîsê hetanî îro 205 terorîst hatin kuştin.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên ewlekariyê yên herêmê hatin sitandin, operasyonên li herêmê bi serkeftî dewam dikin.
Li Cizîra navçeya Şirnexê di operasyonan da hetanî îro 139 endamên rêxistina cihêkar hatin kuştin.
Hat ragihandin ku hêzên ewlekariyê hetanî îro di operasyonên dijî terorê da li Cizîrê 139, li Silopiyê 8, li Sûra navçeya Diyarbekirê 33, li Nisêbînê 3, li Dargêçitê 18 û li Bedlîsê 4 bi tevahî 205 terorîst kuştin.