Tirkiye

Şaredara Qereyaziyê ya HDPyî Melike Goksu hat tewqûfkirin

Ji kesên ku sewqî edliyeyê kirin jê Goksu hat tewqûfkirin, 6 kesên din bi şertê kontrola edlî hatin berdan

Önder Beyter  | 17.09.2019 - Rojanekırın : 18.09.2019
 Şaredara Qereyaziyê ya HDPyî Melike Goksu hat tewqûfkirin

Erzurum

 Şaredara Qereyaziyê ya HDPyî Melike Goksu ku qederek berê Dadgeha Bilind a Darazê 7 sal û 6 meh cezayê wê yê hebsê pesend kir ku li Erziromê di doza ku ji ber sûcê "endametiya rêxistina terorê" dihat darizandin da xwaribû, ligel 7 kesên ku endamên meclisa şaredariyê jî di navê da hene, hat binçavkirin.

Li ser îxbarekê, ew agahî gihîşt ber destê ekîbên Şaxa Dijî Terorê ya Midûriyeta Ewlekariyê û yên Şaxa Dijî Qaçaxçîtî û Sûcên Organîze ku Şaredara Qereyaziyê ya HDPyî Melike Goksu ku qederek berê Dadgeha Bilind a Darazê 7 sal û 6 meh cezayê wê yê hebsê pesend kir ku li Erziromê di doza ku ji ber sûcê "endametiya rêxistina terorê" dihat darizandin da xwaribû û yên pê ra dê derkevin dervayî bajêr.

Li ser vê, ekîbên polêsan ketin tevgerê û herdu wesayîtên ku Goksu û yên pê ra tê da bûn, nîvê şevê li ser rêya Erzirom-Erzinganê li xala sepanê ya Aşkaleyê û li nêzîkî tesîseke li ser rê dan sekinandin.

Ekîban paşê ligel Goksuyê, 6 kesên ku 2 jê endamên Meclisa Şaredariya Qereyaziyê ne, girtin.

7 kesên binçavkirî birin Midûriyeta Ewlekariyê. Herwiha piştî temambûna miemeleyên li vê derê, Goksu û yên pê ra sewqî edliyeyê kirin.

Ji kesên ku sewqî edliyeyê kirin jê Goksu hat tewqûfkirin, 6 kesên din jî bi destê dadgeha ceza û sulhê bi şertê kontrola edlî hatin berdan.

Waliyê Erziromê Okay Memîş di daxuyaniya xwe ya ku li ser mijarê da rojnamegeran da, da bibîrxistin ku der heqê Goksuyê da ji ber sûcê "endametiya rêxistina terorê PKKyê" dozeke ku dewam dike heye û wiha got, "Cezayê wê li Dadgeh Bilind a Darazê hat pesendkirin, 7 sal 6 meh cezayê hebsê xwar. Ji ber vê çendê jî duh gava ev biryar gihîşt ber destê me, der heqê wê da biryara destgîrkirinê hat derxistin. Ji bo girtinê gava em ketin tevgerê, me dît ku Goksu ne li navçeyê ye. Bi xebata hevbeş a Fermandariya Cendirmeyê Parêzgehê û Midûriyeta Ewlekariya Parêzgehê va Goksuyê li ser guzergeheke nêzîkî xala sepanê bi nasnameya xwîşka xwe hat girtin. Me wisa texmîn dikir, dibe ku li pey wê yekê bû ku bireve."

- Ji bo Şaredariya Qereyaziyê cîgir dê were peywirdarkirin

Memîş bal kişand ku Goksuyê niha binçavkirî ye û miemeleyên edlî dewam dikin û wiha got:

"Di madeya 45emîn a Qanûna Şaredariyê da der heqê kesên ku ji ber sûcê endametiya rêxistina terorê û sûcên têkildarê terorê ceza xwarinê da xalên taybet hene. Di vê çarçoveyê da niha em ê jî miemeleya dûrxistina ji wezîfeyê bikin, em bi Wezareta Karên Navxweyî ra di peywendiyê da ne. Em ê dû ra li wê derê qeyûmekî peywirdar bikin, li wê derê der heqê hilbijartinê da miemeleyeke îdarî dê neyê kirin."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.