Tirkiye

Pêşangeha "Istanbul Photo Awards 2019"ê li Enqereyê ye

Pêşangeha ku tê da wêneyên "Istanbul Photo Awards 2019"a pêşbaziya wêneyên nûçeyan a navneteweyî ya ku AAyê li dar xist da xelat sitandin li Gara Trena Bilez a Enqereyê hat vekirin.

Elif Orhan  | 18.09.2019 - Rojanekırın : 20.09.2019
Pêşangeha "Istanbul Photo Awards 2019"ê li Enqereyê ye

Ankara

Pêşangeha duyemîn a ku tê da wêneyên "Istanbul Photo Awards 2019"a pêşbaziya wêneyên nûçeyan a navneteweyî ya ku Ajansa Anadoluyê (AA) li dar xist da xelat sitandin li Gara Trena Bilez a Enqereyê hat vekirin.

Alîkarê Wezîrê Çand û Turîzmê Serdar Çam wiha axivî:

"Ez pêşî Ajansa me ya Anadoluyê pîroz dikim. Di serî da Midûrê me yê Giştî Şenol Kazanci, Metîn Beg û Mustafa Beg pîroz dikim. Herkesê ku ked dan pîroz dikim. Wêneyê xwedî xelata yekemîn dema li Îsraîlê hilbijartin çêdibe peyameke watedar dide. Em hêvî dikin ku aştî bê dinyayê." û got ku wêne qadeke hunerê ya mezin e, AA jî bi awayekî gelekî serkeftî vê yekê dike û pêşbaziyan li dar dixe, piştgiriyê dide mirovahiyê.

Çam destnîşan kir ku hemû wêneyên di pêşangehê da yek ji yekî biqîmetir e û wêneyê ku bû yekemîn gelekî eciband û axaftina xwe wiha domand:

"Bandora her wêneyê cuda ye. Bi taybetî wêneyekî der barê bûyera koçê da wêneyên erdhejê yên ku qala bobelata xwezayî dike, wêneyê antrenora herçiqas di bedena wî da hin kêmasî hebin jî bi serdestiyên xwe yên din dikare di jiyanê da cî bigire gelekî watedar in. Her yek ji ya din biqîmetir e."

- "Ajansa Anadoluyê Tirkiyeyê û mirovên Anadoluyê li dervayî welêt dinasîne"

Alîkarê Midûrê Giştî û Berpirsyarê Weşana Giştî yê Ajansa Anadoluyê (AA) Metîn Mutanoglu diyar kir ku Ajansa Anadoluyê bi pêşangeha "Istanbul Photo Awards 2019”ê li tevahiya dinyayê xebatek dike û pêşbaziyeke wisa ye ku her sal ji çar aliyê dinyayê bi hezaran wênekêş beşdar dibin û herku diçe dibe marqeyek.

Mutanoglu qal kir ku di vê pêşbaziyê da wênekêşên dinyayê yên herî bi prestîj û biqîmet wêneyên xwe dixin pêşbaziyê û edîtorên wêneyan ên herî bi prestîj jî di nav endamên juriyê yên vê pêşbaziyê da cî digirin.

Pêşbaziya ku her sal tê lidarxistin û îsal cara pêncemîn hat kirin da 66 wêneyên ku 12 wênekêşan kişandin tên xelatkirin.

Birêvebirê Weşana Nûçeyên Dîtbarî yê AAyê Hasan Oymez û Edîtorê Wêneyan ê AAyê Firat Yurdakul der barê wêneyan da agahî dan Alîkarê Wezîr Serdar Çam.

- Heta 17ê cotmehê wê bikaribin bibînin

Di pêşbaziyê da îsal wêneyê bi navê "Pevçûna Îsraîl-Amerîka-Filistînê" ya ku Ahmad Xarabliyê fotonûçegihanê Filistînî ji bo AFPyê kişand xelata "Wêneyê Salê" sitand.

Rêhewayên Tirkiyeyê (THY) û Ajansa Kordînasyon û Hevkariya Tirkan (TÎKA) sponsorê fermî yê pêşbaziyê ne û di pêşbaziyê da ji 10 welatan xelat dan 12 nûçegihanan.

Pêşangeha ku dê bikarin 66 wêneyên ku xelat sitandin bên dîtin dê heta 17ê cotmehê vekirî bimîne.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.