23 Adar 2016•Rojanekirin: 24 Adar 2016
ANKARA
Rûsyayê biryar da ku li Sûriyeyê hêzên xwe kêm bike, lê rewş ne wisa ye. 24 balafirên bombebarandinê yên îmhaya girseyî yên biteknolojiya nû hê li baregehên li Sûriyeyê sekinîne.
Li gor agahiyên ku çavkaniyên dîplomatîk yên rojavayî hatin hildan, piştî ku Rûsyayê biryar da ku hêzên xwe yên li Sûriyeyê kêm bike, ji 13ê adarê vir ve 20 balafirên bombebarandinê, balafireke naqliyeyê ya xebatkaran vegeriya Rûsyayê.
Li Sûriyeyê hê 12 heb balafirên SU-24, 4 SU-30, 4 SU-34 û 4 SU-35 bi giştî 24 balafirên şer ên Rûsyayê heye.
- Hebûna Rûsyayê ya li Sûriyeyê
Ji îlona 2015an vir ve Rûsyayê li Sûriyeyê muhîmatên leşkerî kom kiribû. Balafirên mezin ên artêşa Rûsyayê gihîştibûn Sûriyeyê. Li hember vê tevgerê bertekên navneteweyî hatibûn nîşandan.
Rûsyayê di 30ê îlona 2015an de li Sûriyeyê di bin navê "tekoşîna li hember terorê" êrîş dabûn destpêkirin. Şûna terorîstan Rûsyayê êrîşî muxalifên neradîkal kiribû.
Ji bo van operasyonan Rûsyayê baregeha rejima Esed ya ku balafirgeha Himeymîmê ya li Lazqiyeyê bi kar anî. Di 24ê mijdara 2015an de ji ber hinceta sehaya hewaya Tirkiyeyê îxlal kir balafirên Rûsyayê hatin xistin. Piştî vê Wezareta Parastinê ya Rûsyayê daxuyand ku wan li Sûriyeyê sîstema fuzeya parastina hewayê ya S-400 bi cih kirine. Li bendera Tartusê ya Lazqiyeyê jî keştiyên şer ên Rûsyayê hebûn. Rûsyayê him ji balafirgeha Himeymîmê û him jî ji bendera Tartusê êrîşî muxalifên neradîkal dikir.
Ji hêla din ji bo ku wek baregeh bi kar bîne Rûsyayê li baregeha Qamişloyê ya ku nêzîkî sînorê Tirkiyeyê ye xebat dabû destpêkirin ku pîstê firehtir bike.
Piştî ku di 24ê sibatê de peymana agirbestê ya demborî hat îlankirin Rûsyayê êrîşên xwe hinekî kêm kiribû. Di 13ê adarê de jî daxuyandibû ku ew ê hêzên xwe yên li Sûriyeyê kêm bike. Li hember vê daxuyaniyê muxalifên li Sûriyeyê û aktorên navneteweyî biîhtiyat tevgeriyabûn.
Berdevkê Çapemeniyê yê Kremlînê Dmîtriy Peskov daxuyandibû ku baregehên li Himeymîmê û Tartusê wê bên parastin. Rûsyayê di 30ê îlona 2015an de êrîşên xwe dabûn destpêkirin û ji bo ku van êrîşan bike di nav meha îlonê de avahiyên xwe yên leşkerî yên ji bo şer û parastinê temam kiribû. Li ser vê şîrove hatibû kirin û hatibû gotin ku Rûsya heke hewce bike wê bi hêza xwe ya berê ve vegere Sûriyê.
Berdevkê Operasyonên Bibiryar ên Sirûştî yê DYAyê ya li hember DAEŞê Albay Steve Warren di 16ê adarê de daxuyandibû ku Rûsyayê piştî biryara xwe ya ku wê hêzên xwe li Sûriyeyê kêm bike, bi tenê çend balafirên xwe paşve şand hew ewqas.