23 Adar 2016•Rojanekirin: 24 Adar 2016
ÎSTANBUL
Tê îdiakirin DAEŞa rêxistina terorê plan dike ku milîtanên xwe wek endamên PKKyê bişîne dewletên Yekîtiya Ewropayê û pê çalakiyan bide kirin.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên ewlehiyê hatin wergirtin, ji ber ku PKK li dewletên YEyê bi rehetî dikare hereket bike û alîkariyê distîne, DAEŞ endamên xwe dike nav PKKya rêxistina terorê û bi referansên rêxistinê dişîne dewletên YEyê.
Gelek milîtanên DAEŞê piştî ku li Sûriye û Iraqê di kampên PKK/PYDyê da demeke dirêj dimînin, peyra derbasî dewletên Ewropayê dibin. Tê îdiakirin ku ev milîtan plan dikin ku li gelek dewletan çalakiyên terorê bikin.
Tê îdiakirin milîtanên DAEŞê yên ku derbasî dewletên Ewropayê bûne ji bo deşifre nebin jî tevger û hereketên li dijî baweriya xwe dikin.