Şükrü Gündüz,Emrah Gökmen
28 Hezîran 2022•Rojanekirin: 29 Hezîran 2022
Lîstikvanê navdar ê Yeşîlçamê Cuneyt Arkin li nexweşxaneya ku rakiribûnê di 85 saliya xwe da wefat kir.
Cuneyt Arkinê mohra xwe li sînemaya Tirkiyeyê xistiye nexweş ket û ew rakirin nexweşxaneyê.
Arkin li nexweşxaneyê wefat kir, der barê wefata wî da ji nexweşxaneya Lîv Hospîtalê daxuyaniyeke çapemeniyê hat belavkirin.

Hat gotin ji ber ku dilê wî sekiniye Arkin anîne nexweşxaneyê û daxuyaniyê wiha dewam kir: "Ji ber ku dilê lîstikvanê biqîmet ê sînemaya Tirkan Birêz Cuneyt Arkin sekiniye ew bi ambulansê anîn Lîv Hospîtalê. Ji bo dilê wî bixebite her çiqas hewl hat dayîn jî wî wefat kir. Wek malbata Lîv Hospîtalê em xemgînin in ku me lîstikvanê mezin ê sînemaya Tirk winda kir. Em sersaxiyê didin malbata Cuneyt Arkin û hemû hezkiriyên wî."
Lîstikvanê navê wî yê rastîn Fahrettîn Cureklîbatir e, di sala 1937an da li Eskîşehirê hat dinyayê.
Di sala 1964an da bi Guler Mocanê ra zewicî û qîza wî Fîlîz hate dinyayê.
Arkin cara duyem jî di 1970ê da bi Betûl Işilê ra zewicî û ji vê zewacê jî du kurên wî Murat û Kaan çêbûn.
Arkin dev ji karê xwe yê doxtoriyê berda û di sala 1963yan da dest bi lîstikvaniyê kir.
Arkin di gelek fîlman da lîst û gelek jî xelat girtin.

Ji Serokomar Erdogan ji bo Cuneyt Arkin peyama serxweşiyê
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji bo lîstikvanê sînemayê Cuneyt Arkinê li nexweşxaneyeke Stenbolê di 85 saliya xwe da wefat kir peyama serxweşiyê weşand.
Serokomar Erdogan di peyama ku li ser hesabê xwe yê medyaya civakî weşand da wiha got: "Ez bi xemgînî hîn bûm ku aktorê hosta yê sînemaya Tirkan, hunermendê mezin Cuneyt Arkinê bi hunera xwe, sekna xwe û qerekterê xwe va ji me hemûyan ra mînak bû, wefat kiriye. Rehma Xwedê li Birêz Arkin be. Serê malbata wî, hezkiriyên wî, alema sînemayê û gelê me sax be."

Ji Serokê Ragihandina Serokomariyê Altun bo malbata Cuneyt Arkin peyama serxweşiyê
Serokê Ragihandina Serokomariyê Fahrettin Altun serxweşî da malbata Cuneyt Arkin ku li Stenbolê li nexweşxaneyê di 85 saliya xwe da wefat kir.
Altun di peyama ku li ser hesabê xwe yê medyaya civakî weşand da wiha got, "Min bi xemgîniyeke mezin bihîst ku hosteyê mezin ê sînemaya me ya Tirk, Cuneyt Arkin wefat kir. Ez ji bo hunermendê me yê biqîmet ê ku dê timî bi rêz û hezkirin were bibîranîn ji Xwedê rehmet; ji bo malbata wî, hezkiriyên wî û her wiha civata me ya hunerê jî serxweşiyê dixwazim."