Elif Orhan
22 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 25 Rêbendan 2016
ÎSTANBUL
Kamer Gençê Parlementerê Berê yê CHPyê li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin mir.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê bi dest xist Gençê ku li Nexweşxaneya Florance Nightingaleyê ya li Gayrettepeyê dihat dermankirin saet dora 17.10an de mir.
Kamer Genç ji ber nexweşiya xwe demekî li DYAyê hat dermankirin û pişt re vegeriyabû Tirkiyeyê.
Kamer Genç di 23ê Sibata 1940î de li Tûnceliyê hat dinê. Dibistana Maliyeyê ya Enqereyê, Akademiya Zanistên Bazirganî û Îqtisadî ya Enqereyê qedand. Bi mektebê re jî li Wezareta Maliyeyê staj kir û wek karmendê kontrola bacê tayînê Bingolê kirin. Kamer Genç lîsansa xwe ya bilind li Enstîtuya Îdareya Taybet a Ammeyê temam kir. Gençê peywirên kontrolkirina bacê, dadwerî û dozgeriya lêkolîna Daniştayê peywir kir û wek muşawirê malî yê serbest jî xebitî.
Peywira Genç a li Daniştayê di 12ê îlonê de xilas bû û Genç di 1981î de ji Tûnceliyê ji bo endamtiya Meclisa Şêwirê û endamtiya katibê ya Dîwana Serokatiyê hat hilbijartin. Di sala 1983yan de piştî ku dîsa pir partiyî çêbû Genç biryar da ku siyasetê de berdewam bike. Xwest ku ji Tûnceliyê bibe namzedê parlementeriyê yê serbixwe lê namzediya wî li Meclisa Şewrê hat vetokirin.
Genç di heyamên 18,19, 20, 21 û 23yan de wek parlementerê Tûnceliyê hat hilbijartin. Di heyamên 20 - 21î de peywira Cîgirserokatiya Meclisê kir. Kamer Genç gelekî baş fransizî dizaniya. Genç di sala 1967an de bi Sevîm Genç re zewicî. Bi navê Seçîl û Seçkîn du zarokên Kamer Genç hene.