Tirkiye

Prof. Dr. Gazî Yaşargîlê ku wekî "Cerahê herî baş ê sedsalê" hatibû hilbijartin, wefat kir

Dilhan Türker Yıldız  | 11.06.2025 - Rojanekırın : 12.06.2025
Prof. Dr. Gazî Yaşargîlê ku wekî "Cerahê herî baş ê sedsalê" hatibû hilbijartin, wefat kir

Ankara

 Wezîrê Tenduristiyê Kemal Memîşoglu ragihand ku Prof. Dr. Gazî Yaşargîlê ku wekî "Cerahê herî baş ê sedsalê" hatibû hilbijartin, wefat kir.

Memîşoglu di daxuyaniya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî da wiha got:

"Min bi xemgîniyeke mezin xebera wefata xoceyê me Prof. Dr. Gazî Yaşargîl bihîst ku bi xebatên xwe yên bêhempa yên qadê va wekî 'Cerahê herî baş ê sedsalê' hatibû hilbijartin. Di emrê xwe yê nêzîkî qirnekî da yê weqfî zanistê kiribû, gelek şixul pêk anîn ku ji bo me hemûyan mînak in. Ji bo domandina bîranîna wî, çi ji destê me were em ê bikin. Mekanê wî cenet, meqamê wî alî be."

Prof. Dr. Gazî Yaşargîl di 6ê Tîrmeha 1925an da li bajaroka Licêyê ya Diyarbekirê ya ku bavê wî lê qaymeqam bû, hat dinyayê. Yaşargîl di 1943yan da li Almanyayê li Zanîngeha Friedrich Schiller dest bi perwerdeya tibê kir.

Yaşargîlê ku ji hêla Yekîtiya Cerahên Mêjî ya Amerîkayê wekî "Cerahê herî baş ê sedsalê" hatibû hilbijartin û gelek xelat û pileyên rûmetê bi dest xistibûn, di 100 saliya xwe da serî danî.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.