25 Sibat 2016•Rojanekirin: 26 Sibat 2016
ERZURUM
Telebeyê Bedîuzzeman Seîd Nûrsî û rîspî Mehmet Kirkinci (88) li Erziromê li nexweşxaneya ku lê dihat tedawîkirin, wefat kir.
Li gorî agahiyê, ev qederek bû Kirkinci ji pişik û gurcikê xwe aciz bû û li unîteya nexweşên giran a Nexweşxaneya Lêkolînê ya Yakutiyeyê ya Zanîngeha Ataturkê dihat dermankirin. Kirkinci li vir ber êvarê wefat kir.
Eşkere bû ku cinazeyê Kirkinci dê di 26ê sibatê da piştî nimêja înê were defnkirin.
Mehmet Kirkinci di 1928an da li gundê Guluceya li ser navenda Erziromê hat dinê û dirêjiya salan perwerdeya ilmê dînî wergirt.
Kirkinci di 1955an da li Ispartayê Bedîuzzeman Seîd Nûrsî nas kir û bû telebeyê wî, dû re li Erziromê dersên Rîsaleya Nûrê û erebî da.