Spor

Tirkiyeyê bi 4 golan va qezenc kir

Şahin Oktay, Sefa Tetik  | 15.10.2025 - Rojanekırın : 15.10.2025
Tirkiyeyê bi 4 golan va qezenc kir

Kocaeli

 Tîma Futbolê ya Neteweyî ya Ayê di Pêşbirkên Hilbijartinê yên Ewropayê yên Kupaya Dinyayê FIFA 2026an da di pêşbirka 4emîn a Koma Eyê da Gurcistan bi 4-1 têk bir.

Tîma Futbolê ya Neteweyî ya Ayê bi vê serkeftinê va avantajeke mezin qezenc kir ku vê komê bikaribe di herdu rêzên ewil da temam bike.

Pêşbirk li Stadyuma Kocaeliyê hat lîstin, Merih Demiral 2 gol, Kenan Yildiz û Yunus Akgun jî golek avêtin.

Tirkiyeyê di maça xwe ya 4emîn a komê da serkeftina xwe ya 3yemîn bi dest xist û puana xwe gihand 9an, Gurcistan di 3 puanan de ma.

Îspanyaya ku di pêşbirka din a komê da Bulgaristanê 4-0 têk bir jî, bi 12 puanan va pêşengiya xwe parast. Bulgaristan di rêza dawî da ye û tu puanên wê tune.

Tîma Neteweyî wê du pêşbirkên xwe yên dawîn ên komê di 15ê Mijdarê da li Bursayê li hemberî Bulgaristanê û di 18ê Mijdarê da jî li Sevillayê li hemberî Îspanyayê bilîze.

Pêşbirkên Ewropayê wê di meha mijdarê da bi dawî bibin.12 tîmên ku di van pêşbirkan da komên xwe têk bibin û bibin yekemîn wê bibin xwedî maf ku beşdarî Kupaya Dinyayê bibin.

Ji bo 4 bilêtên dawî jî 12 komên duyemîn ên komê û 4 tîmên ku wê ji Lîga Netewan a UEFAyê hatine, bi tevahî 16 tîm wê bên pêşberî hev.

Pêşbirkên play-offê jî wê di Adara 2026an da çêbibin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın