ANKARA
Di têkoşînên Kûpaya Dinyayê ya 2014an a FIFAyê de Fransa-Nîjerya û Almanya-Cezayir hatin hemberî hev.
Di têkoşînan de her du welatên ewropayî bi ser ketin û di fînala çaryek de dê bên hemberî hev.
Di pêşbirka tura duyemîn a têkoşînên kûpayê de Fransayê bi golên Paûl Pogba û Joseph Yobo ve dijberê xwe 2 û 0 têk bir û derket fînala çaryekê.
Almanya jî li hemberî Cezayirê di dema asayî ya pêşbirkê de bi ser neket lê di demên dirêjkirinê de rewş guhert û bi golên Andre Schurrle û Mesût Ozîl ve reqîbê xwe 2 û 1 têk bir û ew jî derket fînala çaryekê.
Di encamê de her du welatên Ewropayê Fransa û Almanya di fînala çaryekê de bûn dijberê hev û pêşbirka di navbera wan de jî di 4ê tirmehê de, di saet 19.00an de dê bê lîstin.