Tirkiyê, bi awayekî serdest dest bi lîstikê kir. Di deqîqeya 35an de ji milê rastê ve Gokhan Tore gok bilind avêt û Umut Bulut, bi serê xwe gok avête qeleyê û Tirkiye 1-0 bi pêş ket.
Di deqîqeya 39an de ji derveyî qada cezayê Umut Bulut, şûteke bilêz avêt û gok kete hundirê torê û encam bû 2-0. Di lîstikê de nîva yekem bi vê encamê qediya.
Di nîva duyem de Tîma Neteweyî, bi rehetiya 2-0ê dest bi lîstikê kir. Di deqîqeya 64an de bi asîsta Gokhan Gonul, Burak Yilmaz gok avête hundirê qeleyê û skor bû 3-0.
Di deqîqeya 68an de lîstikvanê şareza Umut Bulut careke din derkete pêş û gola xwe ya 3yem avêt. Bi vê golê tîma Tirkiyeyê 4-0 pêş ket.
Di deqîqeya herî dawî ya lîstikê de Arda Turan gola paşîn avêt û lîstik 5-0 bi serfiraziya Tirkiyê qediya.
Pêşbirk, li Stada Kadîr Has a Şaredariya Kayseriyê hat lîstin û bi vê encamê Tîma Neteweyî ya Tirkiyê puanê xwe derxiste 10an. Fatîh Terîm jî cara sêyemîn wek rahênerê Tîma Neteweyî derkete sehayê. Terîm, li ser îstifaya rahênerê berê Abdullah Avci hatibû ser rahênertiya tîma neteweyî.
Tîma Neteweyî di 10 îlonê de wê li deplasmanê bi Romanyayê re saet di 21.00ê de bilîze.
Tirkiye, niha bi 10 puanan di rêza 4an de ye.
| TÎM |
O |
G |
B |
M |
A |
Y |
P |
| 1.HOLLANDA |
7 |
6 |
1 |
0 |
22 |
4 |
19 |
| 2.ROMANYA |
7 |
4 |
1 |
2 |
13 |
10 |
13 |
| 3.MACARISTAN |
7 |
3 |
2 |
2 |
13 |
11 |
11 |
| 4.TIRKIYE |
7 |
3 |
1 |
3 |
12 |
7 |
10 |
| 5.ESTONYA |
7 |
2 |
1 |
4 |
5 |
11 |
7 |
| 6.ANDORRA |
7 |
0 |
0 |
7 |
0 |
22 |
0 |