Yunus Kaymaz
02 Hezîran 2024•Rojanekirin: 03 Hezîran 2024
Stad: Wembley
Hekem: Slavko Vincic, Tomaz Klancnik, Andraz Kovacic (Slovenya)
Borussia Dortmund: Kobel, Ryerson, Hummels, Schlotterbeck, Maatsen, Emre Can (Dq. 80 Malen), Sabitzer, Brandt (Dq. 80 Haller), Sancho (Dq. 87 Bynoe-Gittens), Adeyemi (Dq. 72 Marco Reus), Fullkrug
Real Madrîd: Courtois, Carvajal, Rudiger, Nacho, Mendy, Valverde, Camavinga, Kroos (Dq. 85 Modric), Bellingham (Dq. 85 Joselu), Rodrygo (Dq. 90+1 Militao), Vinicius Junior (Dq. 90+4 Vazquez)
Gol: Dq. 74 Carvajal, Dq. 83 Vinicius Junior (Real Madrid)
Qartên zer: Dq. 35 Vinicius Junior (Real Madrîd), Dq. 40 Schlotterbeck, Dq. 43 Sabitzer, Dq. 79 Hummels (Borussia Dortmund)
ÎSTANBUL (AA) - Di Lîga Şampiyonan a UEFAyê da nûnera Îspanyol Real Madrîdê, ekîba Alman Borussia Dortmund 2-0 têk bir û bû şampiyon.
Di pêşbirkê da ya li paytextê Îngiltereyê Londonê li Stada Wembleyê hat lîstin, nîvê ewil 0-0 berambere bi dawî bû.
Di deqeya 74em a pêşbirkê da Rudiger korner bi kar anî û Carvajal serî li goga ku bilind bû da û kir gol: 1-0.
Her wiha di deqîqeya 83yem da jî Vinicius Junior goga ku bi pasa Bellingham hat ber lingan, di ber aliyê çepê yê qelevan Kobel ra avêt qeleyê û kir gol: 2-0.
Bi vî awayî Real Madrîdê skor kir 2-0 û maç bi wî awayî jî bi dawî bû.
- Real Madrîd ji bo cara 15em bû şampiyon
Real Madrîda ku di fînala "lîga hûtan" da Borussia Dortmund 2-0 têk bir, ji bo cara 15em kûpa bir muzeya xwe.
Real Madrîd berî niha di salên 1956, 1957, 1958, 1959, 1960, 1966, 1998, 2000, 2002, 2014, 2016, 2017, 2018 û 2022yan da bi tevahî 14 caran bûbû şampiyon.
Borussia Dortmund jî di şampiyonayê da bi tenê di sala 1997an da kûpa bi dest xistibû.
- Arda Guler û Salih Ozcan li derva man
Arda Gulerê lîstikvanê Real Madrîdê di vê milmilaneya girîng da di nav kadroya îlawe da cih girt û şansê lixwekirina formayê nedît.
Salih Ozcanê fitbolîstê Borussia Dortmundê jî di pêşbirkê da derfeta lîstinê nedît.