Önder Beyter
04 Tebax 2019•Rojanekirin: 06 Tebax 2019
Parlamenterê AK Partiyê yê Îzmirê Binali Yildirim di Çemê Karasuyê ku ji Kemaha navçeya Erzinganê ra derbas dibe da raftîng kir.
Yildirim ligel Waliyê Erzinganê Ali Arslantaş, Şaredar Bekir Aksun, Parlamenterên AK Partiyê yên Erzinganê Suleyman Karaman û Burhan Çakir û herwiha midûrên çend dezgehan hat Çemê Karasuyê ku li Kemaha navçeya Erzinganê şaxeke Çemê Feratê ye.
Li vê derê berî ku li botan siwar bibin, rêberê raftîngê Osman Dursun der heqê raftîngê da agahî da Yildirim û yên pê ra.
Yildirim dû ra li botê siwar bû, bêrik hejand û di parkura qedera 6 kîlometreyî da raftîng kir.
Yildirim û yên di botê da bêrikên xwe bilind kirin û silav dan kesên ku li kêleka rê ew temaşe dikirin.
Ekîbên raftîngê yên Midûriyeta Ciwanan û Werzişê ya Parêzgeha Erzinganê, yên Zanîngeha Erzingan Binali Yildirim û herwiha yên kulubên li bajêr jî hevaltiya Yildirim û yên pê ra kirin.
Yildirim piştî raftîngê daxuyanî da rojnamegeran û diyar kir ku ev cara ewil e ew raftîngê dike.
Yildirim bal kişand ku raftîng xweş e û mirov kelecanî dike û wiha dewam kir, "Ji herkesî ra pêşniyaz dikim. Ew derfet heye ku mirov di van avên bêxulexul ên Feratê da demên herî bi kelecan ên jiyana xwe bijî. Em sipasiya hevalên me dikin. Wextê me pir xweş derbas bû, gelekî sipas."