Lîga Ewropayê ya UEFAyê
Pêşbirkên ewil ên tura pêşbijartina 3yemîn a Lîga Ewropayê ya UEFAyê wê sibê dest pê bikin. Trabzonspor û tîma Malatyaspora Nû jî wê 8ê Tebaxê roja pêncşemê derkevin qadê
Ankara
Tura pêşbijartina 3yemîn a Lîga Ewropayê ya UEFAyê wê sibê dest pê bike.
Pêşbirkên ewil ên vê turê wê di 7ê Tebaxê roja çarşemê û 8ê Tebaxê roja pêncşemê çêbibin.
Sibê 3, roja çarşemê yek, roja pêncşemê jî 32 pêşbirk wê çêbibin.
Trabzonspor û tîma Malatyaspora Nû wê 8ê Tebaxê roja pêncşemê derkevin qadê.
Bi saeta Tirkiyeyê di saet 19.00an da Trabzonspor û tîma Çekan Sparta Prag wê bikevin pêşbaziyê.
Malatyaspora Nû jî bi saeta Tirkiyeyê di saet 22.00an da wê derkeve pêşberî tîma Partîzanê ya Sirbîstanê.
Piştî rovanşên 13-15ê Tebaxê tîmên wê derkevin Play-offê wê eşkere bibin.