Tîma Jûventûsê ya nûnerê Îtalyayê di pêşbirkê de 2 gol avêt û ji bo kupayê serdestî bi dest xist.
Gola ewil a Juventûsê di deqîqeya 18mîn de Vîdal avêt, skor bû 1 û 0.
Di deqîqeya 33emîn de Osvaldo bi serê xwe gok şand qeleya Trabzonsporê û skor jî bû 2 û 0.
Di nîva duyemîn de jî ji her du tîman tu gol nehat û pêşbirk bi vê encamê bi dawî bû û Trabzonsporê piştî 224 rojan ji Lîga Ewropayê xatir xwest.