Önder Beyter
07 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 08 Tîrmeh 2019
Li Herêma Rojhilatê Başûrê Anadoluyê bi hezaran zarok di qursên ku bi destê Wezareta Ciwanî û Werzişê, bin sîwana dibistanên werzişê yên havînê tên lidarxistin da bi awayekî ewle fêrî melevaniyê dibin û herwiha di kelekela havînê da xwe hênik dikin û kêf dikin.
Li bajarên wekî Diyarbekir, Sêrt û Mêrdînê ku germahiya hewayê car carî ji 40 pileyî dibihure, zarok eleqeyeke germ nîşanî qursên melevaniyê ku îsal 29ê hezîranê di çarçoveya dibistanên werzişê yên havînê da hatin vekirin, didin.
Bi xêra van qursên havînê, zarok di teseliya antrenoran da hem bi awayekî ewle fêrî melevaniyê dibin û herwiha hem jî di kelekela havînê da xwe hênik dikin.
Par li Diyarbekirê hezar û 800 xwedekar ji van qursan sûd wergirtibûn û herwisa îsal jî tê pêşbînîkirin ku ev reqam derkeve 3 hezarî.
Bawer Çelik ku li Midûriyeta Ciwanî û Werzişê ya Parêzgeha Diyarbekirê antrenorê melevaniyê ye, di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku werziş li ser geşedana civakî, zihnî û cestî ya zarokan karîgeriyeke girîng dike.
Çelik got, zarokên ku werzişê dikin, di dersê xwe da jî serkeftî dibin û herwiha werziş li ser nêrîna zarokan a der heqê jiyanê da jî tesîreke erênî dike.
Çelik diyar kir ku li gorî salên derbasbûyî, îsal daxwazeke zêde heye û lewra heya niha hezar û 200 zarokî qeyda xwe çêkirin ku ew li bendê ne di serdema havînê da ev reqam derkeve 3 hezarî.
- "Qurs gelekî xweş e"
Beşdarvana qursê Seher Sevgiyê diyar kir ku ew gelekî bextewar e ku ew vê perwerdeyê distîne û fêrî melevaniyê dibe.
Rênas Kizil jî diyar kir ku ew gelekî diwaze fêrî melevaniyê bibe û wiha got, "Di betlaneyê da ez dixwazim di behrê da melevaniyê bikim. Qurs gelekî xweş e."
- Sêrt
Zarokên Sêrtî jî di germa havînê da di hewzê nîvolîmpîk da melevaniyê dikin û xwe hênik dikin.
Midûrê Ciwanî û Werzişê yê Parêzgehê Husam Ogaç diyar kir ku di 13 şaxan da 4 hezar û 500 kesî xwe di dibistanên havînê yên werzişê da qeyd kirin û herwiha ji van jî şaxa ku herî zêde balê dikişîne, melevanî ye.
Antrenorê melevaniyê Tufan Olgaç jî bal kişand, çalakiya herî baş a ku divê di germê da were kirin, melevanî ye û wiha xeber da, "Ji bo ku zarok neçin di av û çemên gur da melevaniyê nekin û di ro da neçin, perwerdeya me ya melevaniyê nava hefteyê her roj dewam dike."
- Mêrdîn
Li Mêrdînê jî qursên melevaniyê bi eleqeyeke germ dewam dikin.
Antrenorê melevaniyê Mehmet Siraç Çeçen diyar kir ku heta niha qedera 300 xwendekarî serî li dibistanên havînê yên werzişê ku hefteya çûyî vebûn, dan.
Çeçen diyar kir ku zarok fêrî melevaniyê dibin û herwiha yên ku melevaniyê dizanin jî, vê şiyana xwe bi pêş dixin û wiha dewam kir:
"Zarokên me wextê xwe yê vala qenc dinirxînin. Şûna ku biçin di înternetê da wextê xwe vala derbas bikin, tên vê derê werzişa xwe dikin û dibin xwedî bedeneke tendurist. Em bangî zarokên xwe dikin ku neçin nekevin ava gol û çeman, lêbelê bên li vê derê ligel çavdêriya pisporên me xwe fêrî melevaniyê bikin."