Önder Beyter
03 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 05 Berfanbar 2017
OSMANIYE
Ercan Temurê 17 salî yê ku wekî maderî ji sedî 60 ji şiyana dîtinê mehrûm e, di werzişa melevaniyê da pey hev serkeftinan tomar dike û siberoja xwe geş dike.
Temurê ku 3 xwişk û birayên wî hene, 17 sal berê çavê xwe li dinyayeke nîvtarî vekir. Temurê ku çavên wî ji sedî 60 nabînin, ji ber ku pêvajoya tedawiya wî neçû serî, bi vê astenga xwe mezin bû.
Temur li Kahramanmaraşê di dibistana navînî ya ku wekî leylî xwend da, bi rênîşandana du mamosteyên xwe va berê xwe da werzişa melevaniyê.
Ercan Temur di vê maweyê da beşdarî gelek şampiyonayan bû û di encamê da madalya qazanc kirin. Lê Temur dema ku ligel malbata xwe bar Osmaniyeyê kir, navber da werzişê.
Temur piştî vê navberê cardin li melevaniyê vegeriya û 5 mehan xwe ji bo Şampiyonaya Melevaniyê ya Kêmendamên Dîtinê ya Tirkiyeyê ku li Trabzonê hat lidarxistin, amade kir û dû ra beşdar bûyê. Temur ji vê şampiyonayê bi 3 madalyonên zêr û madalyoneke zîv vegeriya.
Temur di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê da destnîşan kir ku çaxa ew çavnasê melevaniyê bû, pê kêfa wî pê ra hat.
Temur bal kişand ku di vê mijarê da peywireke berbiçav dikeve ser milên malbatan jî û wiha xeber da, "Daxwaza min ji xwişk û birayên min kêmendam ew e ku bira derkevin derva, tevlî aktîvîteyên sosyal bibin û herwiha berê xwe bidin werzişê. Ez bawer im ku ez û yên wekî min, emê werin ciyên pir baş. Malbat jî bira di vê mijarê da piştevaniya zarokên xwe bikin."