Werzişvanên xweşiqitandinê yên ji Hekariyê di Pêşbaziya Xweşiqitandinê ya Disiplîna Alpê ya ku li Erziromê hat lidarxistin da 2 yekemînî û 3 sêyemînî qezenc kirin.
Rahênerê Şiqitandinê yê Midûriyeta Werziş û Xizmetên Ciwanêyê Sabrî Demir bi bîr xist ku beşdarî Pêşbaziya Jibartina Şiqitandinê ya Koma Ayê ya Disiplîna Alpê bûn, 285 werzişvanên ji 29 bajaran jî beşdarî pêşbaziyê bûn û performenseke baş nîşan dan.
Demir destnîşan kir ku di pêşbaziya ku di navbera 9-11ê rêbendanê da hat lidarxistin da 2 yekemînî û 3 sêyemînî qezenc kirin û wiha axivî: "Ev ji bo Hekariyê serkeftin û kêfxweşiyeke mezin e. Berê tesîsa me tunebû û em di salonan da dixebitîn. Lê belê niha tesîsa me jî heye. Em niha mêweyên tesîsa xwe berhev dikin. Heke tesîsa me hinekî dîsa bê mezinkirin armanca me ew e ku serkeftinên neteweyî û navneteweyî jî bi dest bixin."
Koçero Umut Akdaxê ku di pêşbaziyê da yekemînî bi dest xist jî diyar kir ku ev 7 sal e perwerdeya xweşiqitandinê dibîne û wiha got: "Bi îzna Xwedê ez ê dereceyên ji vê rindtir bistînim û navê Hekariyê bigihînim her alî. Min perwerdeya xweşiqitandinê ya ewil ji bavê xwe girt. Ez ji bavê xwe û mamosteyên xwe Ragip û Sabrî re gelekî sipas dikin."
Midûrê Werziş û Xizmetên Ciwanêyê Reşît Guldal jî ji bo serkeftinan werzişvan pîroz kir.