Fatih Gazioğlu
10 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 11 Rêbendan 2018
VAN
Berikên Wanê yên ku jinan li qursên şaredariya Tuşbayê çêkiribûn wê li 'malên Wanê' bên firotin.
Li Şaredariya Tuşbayê bi arîkariya Qaymaqamtiyê, ÎŞKUR û Midûriyeta Perwerdeya Neteweyî ya Navçeyê bona jinan gelek qurs hatin vekirin.
Ji wan qursan yek jî seba berikan li Lîseya Îmem Xetîb ya Anadoluyê a Şehîd Ferhat Aslan hat vekirin. Berikên li vê derê hatibûn çêkirin wê li 'malên Wanê' bên firotin.
Der barê qursa berikan da Serokê Şaredariya Tuşbayê Fevzî Ozgekçe daxuyaniyek da û got ku jinan 25 berik çêkirine. Ozgokçe wiha axivî:
"Em dixwazin berikên Wanê li hemû dinyayê bidin nasîn. Em ê van berikan li 'malên Wanê' yên ku me ji bona turîzmê dabûn çêkirin bifiroşin. Armanceke me ya din jî ew e ku jinên me li malên xwe vala nesekinin û arîkariya malbatên xwe bikin."
Ozgokçe got ku par 800ê wan jin bi tevahî hezar û 200 kes beşdarî qursên wan bûne.