Elif Orhan
10 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 13 Rêbendan 2018
ANKARA
Lêkolîneran tespît kirin ku di şert û mercên herî dijwar ên wekî xela û şewbê de îhtimala saxmayîna jinan li gor mêran zêdetir e.
Di xebata ku malpera kovara "Proceedings of the National Academy of Sciences"ê de hat weşandin de daneyên heyamên qeyranan nîşan dan ku jin ji mêran qewitîr in.
Di xebata ku ji Zanîngeha Danîmarkaya Başûr Virginia Zarullî û Ji Zanîngeha Dukeyê ya Amerîkayê James Vaupel serkêşiya wê kirin de lêkolîneran li ser di bûyerên xela û şewbê de kesên ku zû mirine lêkolîn kirin û daneyên mirinê yên bi qasî 250 sal berê analîz kirin.
Lêkolîneran dan zanîn ku li gor qeydên dîrokî di şert û mercên wekî xela û şewbê de jî maweya jiyana jinan ji ya mêran zêdetir e.
Lêkolîneran diyar kirin ku îhtimala saxmayîna pitikên keç ên ku di heyamên qeyranê de tên dinê li gor pitikên kur zêdetir e û dan zanîn ku sedema ji mêran zêdetir jiyana jinan ew e ku di bebektiya xwe de jî jin qewitîr in.
Hat ragihandin di heyamên ku her du zayendan de jî rêjeya mirinê gelekî zêde ne de jî jin ji mêran kêm zêde ji şeş mehan heta çar salan bêtir dijîn.
Hat gotin ku wek mînak li Ukraynayê di xelaya di sala 1993ayn de nîvendiyên jiyana zarokên ku hatin dinê di keçan de 10,85 di kuran de jî 7,3 ye.
Encaman nîşan da ku ferqa zayendê ya di maweya jiyanê ya nîvendî nikare bi xetere wergirtin an jî cudahiyên zayendî û tevgerî yên di navbera zayendan de bê eşkerekirin.