2016 ж. 02 мамыр•Rojanekirin: 2016 ж. 04 мамыр
ŞANLIURFA
Li Herrana navçeya Şanliûrfayê qursa pêlîstokên exşap (darîn) dest pê kiriye û jinên herranî û sûriyeyî di qursê da çêkirina pêlîstokên exşap hîn dibin.
Qaymeqamtiya Herranê qursa di atolyeya Lîseya Pirbername ya Suleyman Demirel de da destpêkirin û 20 jinên tirk û sûriyeyî di qursê da çêkirina pêlîstokên exşap hîn dibin. Jin pêşiyê kalasan di makînan da dineqişînin paşê bi destê xwe nêzî 300 cure pêlîstok çêdikin.
Qaymeqamê Herranê Temel Ayca daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku bi pêşketina teknolojiyê va gelek cureyên pêlîstokan tên çêkirin û wiha dewam kir: "Çêkirina pêlîstokan bûye sektoreke mezin, lê mixabin piraniya pêlîstokan ji Çînê tên û ji hêla tenduristiyê va ne baş in. Lê pêlîstokên exşap ji sedî 100 siruştî ne û tu zirara wan nagihîje zarokan. Me jî biryar da ku em li Herranê van pêlîstokan çêbikin."
Ayca diyar kir, ji bo çêkirina pêlîstokan jî wan ji bo jinên navçeyê û ji bo jinên sûriyeyî yên ku di konbajaran da dimînin qurs vekir û qurs du meh in dewam dike. Ayca wiha dewam kir:
"Jinên qursiyer di demeke kurt da çêkirina pêlîstokan hîn bûn. Înşallah di siberojê da çêkirina pêlîstokan ku bibe karê bazirganî, jinên me wê ji vî karî pere qezenc bikin."
Ayca destnîşan kir, ji ber ku li navçeyê zarok zêde pêlîstokan nakirin, ew ê pêlîstokan li zarokên navçeyê belav bikin.
Hîndekarê qursê Şeref Servet jî got ku li Tirkiyê çêkirina pêlîstokan wek karê mêran tê zanîn, lê destê jinan jî ketiye ser çêkirina pêlîstokan.
Ji qursiyeran Hatîce Mutluyê jî got ku ew bi saya serê qursê pîşe hîn dibin û wiha dewam kir: "Me dema ku dest bi qursê kir, tengasî kişand, lê paşê destê me kete ser û em hîn bûn. Me pêşiyê nikaribû makîne bidana xebatê û texte bibiriya. Paşê em perwerde bûn û hîn bûn. Em vê gavê ji birîna exşap bigrin heta zimparekirina pêlîstokan gelek karan dikarin bikin. Kesên ku pêlîstokan dibînin, pir şaş dibin. Înşallah em ê di siberojê da bi çêkirina pêlîstokan va pere qezenc bikin."