2016 ж. 02 мамыр•Rojanekirin: 2016 ж. 03 мамыр
ŞIRNAK
Li Şirnexê zirara ku terorîstên PKKyî dan Mizgefta Darusselamê derket holê.
Li navenda bajêr ji bo girtina terorîstên PKKyî, rakirina barîkat û tijekirina çalên biteqemenî, parastina can û malê gel derketina derva hat qedexekirin û Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê di 14ê adarê da operasyonê dest pê kir û didome.
Li bajêr pevçûn herî zêde li taxa Dîcleyê diqewime. Di pevçûnan da PKKyiyan Mizgefta Darusselamê wek "baregeh" bi kar anî û piştî ku PKKyî ji mizgeftê hatin safîkirin, texrîbata mizgeftê derket holê.
Mizgeft di 2012an da li gor mîmariya herêmê 3 qatî hatibû çêkirin. Qata binî xwaringeh e û endamên rêxistinê ev der wek "baregeh" bi kar anîne. Derket holê ku endamên rêxistinê qelek qul di dîwaran da vekirine û tê ra gule berdane hêzên ewlehiyê.
Ji bo ku nava mizgeftê neyê dîtin, terorîstan şibakeyên mizgeftê bi çarşevan girtine û ketin û derketina mizgeftê bi teqemeniyan va defik çêkirine.
Hêzên ewlehiyê gotin ku mizgeft roja 25emîn aoperasyonê da ji terorîstan hat safîkirin û mensûbên rêxistina terorê mizgeft terikandin.
Terorîst bi hizra ku hêzên ewlehiyê gula bernadin mizgeftan, ketin mizgeftan û tê da êrîşî leşker û polêsan kirin û zirar dan hin mizgeftên li bajêr. Hêzên ewlehiyê dibêjin ku terorîst bi taybetî jî dikevin mizgeft û avahiyên hikûmî û li navenda bajêr gelek dibistan û avahiyên hikûmî hatin xerabkirin.
- Teqemeniyên ku wek defik hatine danîn, tên îmhakirin
Operasyon ji sedî 77 kuta bû, li taxên Gazîpaşa, Îsmetpaşa, Bahçelievler û Cumhuriyetê pevçûn dewam dikin.