Spor

Beşîktaşê 1-0 Fenerbahçe têk bir

Bozhan Memiş  | 04.05.2025 - Rojanekırın : 05.05.2025
Beşîktaşê 1-0 Fenerbahçe têk bir

Istanbul

Tîma Beşîktaşê di pêşbirka hefteya 34emîn a Lîga Super a Trendyolê da li deplasmanê 1-0 tîma Fenerbahçeyê têk bir.

Pêşbirka di navbera Fenerbahçe û Beşîktaşê da li Stata Ulkerê hat lîstin.

Yasîn Kol, Abdullah Bora Ozkara û Bahtiyar Bîrîncî bûn hakemên pêşbirkê.

Ji tîma Beşîktaşê Gedson Fernandes di deqîqeya 44emîn da golek avêt û nîva ewil a pêşbirkê 1-0 bi dawî bû.

Di nîva duyem da tîma Fenerbahçeyê her çiqas hewl da ku gol bavêje jî bi ser neket.

Pêşbirk 1-0 bi serkeftina Beşîktaşê va qediya.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.