Spor

PSG wê di fînala Lîga Şampiyonan a UEFAyê da derkeve pêşberî Interê

Parîs Saînt-Germaîn (PSG) ya ku di Lîga Şampiyonan a UEFAyê da 2-1 Arsenal têk bir, gihîşt fînalê û bû hevrikê Interê

Mutlu Demirtaştan  | 08.05.2025 - Rojanekırın : 08.05.2025
PSG wê di fînala Lîga Şampiyonan a UEFAyê da derkeve pêşberî Interê

Istanbul

 Di pêşbirka rovanşa nîvefînalê ya turnuvaya asta herî bilind a kluban a futbola Ewropayê da nûnerê Fransayê PSGyê li Parc des Princesê mazuvaniya tîma Îngiltereyê Arsenalê kir.

Arsenalê her çiqas baş dest bi pêşbirkê kir jî, tîma Fransayê PSGyê bi gola Fabîan Ruîz a di deqîqeya 27an da 1-0 ew têk bir, nîva ewil 1-0 bi dawî bû.

Di deqîqeya 69emîn da Vîtînha di penaltiyê da gol neavêt, lê di deqîqeya 72yemîn da Achraf Hakîmî golek avêt û PSG 2-0 pêş ket.

Di deqîqeya 76emîn da ji tîma Arsenalê Bukayo Saka golek avêt û pêşbirk bû 2-1.

Di dema mayî da gol nehatin avêtin û pêşbirk 2-1 bi serkeftina PSGyê va dawî bû.

Tîma Parîsê ya ku di pêşbirka ewil a deplasmanê da jî 1-0 bi ser ket, gihîşt fînalê ku ew ê di pêşbirka fînalê da bê pêşberî tîma Interê.

Pêşbirka fînalê wê 31ê Gulanê roja şemiyê li Allîanz Arenayê ya li Munîha bajarê Almanyayê çêbibe.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın