Spor

Şampîyonê dawîn ê Tûra Bîsîkletê Frank van den Broek: "Welatiyên Tirk eleqeyeke xweş nîşanî tûrê da"

Frank van den Broekê ji Hollandayê yê bi nasnavê şampiyonê dawîn: "Zorê nadin min. Em vê jî wekî pêşbirkên din dinirxînin û îsal ji bo klasmana giştî namzedên me wê zêdetir bin"

Erkan Tiryaki, Emre Aşıkçı  | 29.04.2025 - Rojanekırın : 30.04.2025
Şampîyonê dawîn ê Tûra Bîsîkletê Frank van den Broek: "Welatiyên Tirk eleqeyeke xweş nîşanî tûrê da"

Antalya

 Frank van den Broekê ji Hollandayê ku bi nasnavê şampîyonê dawîn beşdarî Tûra Bîsîkletê ya Tirkiyeyê ya Serokomariyê ya 60emîn (TUR 2025) bû, got ku ew ji Tirkiyeyê pir hez dike û wî ji pêşpirkê zewq hilda.

Di TUR 2025a ku li Antalyayê dest pê kir da tîma Dsm-Firmenich PostNLê jî beşdar bû. Frank van den Broekê endamê tîmê daxuyaniyeke taybet da nûçegihanê AAyê.

Bisîkletvanê ji Hollandayê got ku ew beşdarî organîzasyoneke taybet bûn û wiha dewam kir, "Ez par jî beşdar bûbûm û min ji pêşbirkê zewq hildabû. Li vir bi antrenmanên sprint, em dikarin di her etabê da encamên baş bi dest bixin. Ez li bendê me. Zorê nadin min. Em vê jî wekî pêşbirkên din dinirxînin û îsal ji bo klasmana giştî namzedên me wê zêdetir bin. Ev jî pêşbirkê zehmettir dike. Ji bo vê jî ez xwe wekî favoriyekî mezin nabînim."

Van den Broek got ku ew ji xwarinên Tirkiyeyê hez dike û wiha dewam kir:

"Miletê Tirkiyeyê eleqeyeke xweş nîşanî tûrê da. Însanên gelekî baş hene. Ez ji xwarinên vir hez dikim. Ez di cotmehê da carekê hatibûm Tirkiyeyê, bi rastî ji xwarinên Tirkiyeyê pir hez dikim. Lehmecûn di nav favoriyên min da ye."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.