Ankara
Di hefteya 15emîn a Lîga Super a Trendyolê da Beşîktaş û Gazîantep FK hatin pêşberî hev û pêşbirk 2-2 bi beranberiyê qediya.
Pêşbirka di navbera her du tîman da li Stada Tupraşê çêbû.
Hakem Kadîr Saglam, Mehmet Emîn Tugral û Bersan Duran pêşbirk bi rê va birin.
Di deqîqeya 7emîn a pêşbirkê da ji tîma Gazîantep FKyê Mohamad Bayo golek avêt û tîm 1-0 pêş ket.
Ji tîma Beşîktaşê El Bîlal Toure di deqîqeya 35emîn da golek avêt û her du tîm 1-1 beranberî hev man.
Di nîva duyem a pêşbirkê da jî dîsa Mohamed Bayo di qeqîqeya 66emîn da goleke din avêt û Gazîantep FK 2-1 li hemberî Beşîktaşê bi ser ket.
Di deqîqeya 70emîn da ji tîma Beşîktaşê Tammy Abraham golek avêt û her du tîm gihîştin hev.
Pêşbirk 2-2 bi beranberiyê qediya.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
