Beşîktaş û Gazîantep FK wê sibê bên pêşberî hev
Istanbul
Di hefteya 15emîn a Lîga Super a Trendyolê da Beşîktaş wê sibê mazûvaniya Gazîantep FKyê bike.
Pêşbirk wê li Stada Tupraşê di saet 20.00î da dest pê bike.
Hakemê pêşbirkê Kadîr Saglam e.
Beşîktaş di 14 pêşbirkên Lîga Superê da 7 caran bi ser ket, 3 caran beranberî hev ma û 4 caran jî têk çû. Bi van pêşbirkan va Beşîktaşê 24 puan bi dest xist û di rêza 6emîn da dest bi hefteyê kir.
Gazîantep FK jî di 14 pêşbirkên Lîga Superê da 6 caran bi ser ket, 4 caran beranberî hev ma û 4 caran jî têk çû. Bi van pêşbirkan va tîmê di rêza 7emîn da dest bi hefteyê kir.
Ji tîma Beşîktaşê Mustafa Erhan Hekîmoglu û Necîp Uysal ji ber tedawiyên xwe yên ku dewam dikin wê beşdarî vê pêşbirkê nebin.
Beşîktaşa ku di 3 pêşbirkan da li hemberî Gazîantep FKyê têk çû wê hewl bide ku vê carê hevrikê xwe têk bibe.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
