Türkan Tosun
02 Tebax 2017•Rojanekirin: 02 Tebax 2017
ÎSTANBUL
Tîma Barcelonayê daxuyand ku futbolîst Neymarê ji Brezîlyayê vê sibê biryar daye ku ji tîma Barcelonayê derkeve û ev biryara xwe ji klubê re gotiye.
Li ser malpera înternetê ya klubê hat daxuyandin futbolîstê 25 salî îro sêrê sibê bi bavê xwe re yê ku di heman demê de menejerê wî ye hatiye klubê û ji rayedaran re gotiye ew dixwaze ji tîmê derkeve.
Di daxuyaniyê de behsa 222 milyon ewroyê ku bihayê serbestmayîna wî ye jî hat kirin.
Hat gotin ku Neymar wê bi destûreke berwext beşdarî antremanan nebe.