ÎSTANBUL
Di malpera Federasyona Futbolê ya Tirkiyê (FFT) de bi daxuniyekê hat diyarkirin ku Abdullah Avci û FFT li hev kirin û Abdullah Avci ji peywira rahênertiyê îstifa kir.
Abdullah Avci, diyar kir ku ji 17ê çiriya paşîn ya 2011an vir ve, 21 mehan bi bi serbilindî û serfîrazî peywira xwe pêk aniye û wiha dewam kir:
"Çawa ku di futbolê de qezenckirin heye, wisa têkçûn jî heye, meriv bi hev re dixebite û ji hev vediqete jî. Ez fikirîm ku ya herî baş ew e ku ez ji dest ji peywira xwe berdim. Min ev biryara xwe ji Serokê Federasyona Futbolê Yildirim Demîroren re got. Di serî de ji wî re û ji hemû hevalên wî yên xebatê re spas dikim.
Abdullah Avci, di 17ê çiriya paşîn ya 2011an de hatibû şûna rahênerê hollandayî Guus Hîddînk û maweya peymana wî heta 31ê gulana 2015an bû, lê berî ku maweya peymanê biqede îstifa kir.
Tîma Futbolê ya Neteweyî ya Ayê di dema Abdullah Avci de 6 jê fermî 12 jê taybet 18 caran lîst. Di van lîstikan de 6 caran bi ser ket, 8 caran têkçû, 4 caran jî beranber ma. Tîma Neteweyî, di vê demê de 26 gol avêtin û 26 gol jî xwarin.
Federasyona Futbolê ya Tirkiyê, di daxuyaniyê de ji bo xizmetên wî ji Abdullah Avci re spas kir û ji bo wî hêviya jiyaneke dilşad û bisihet kir.