QAHÎRE
Ajansa Nûçeyan ya Fermî ya Misrê diyar kir ku Wezîrê Karên Derve yê Misrê Muhemmed Kamil Amr ji wezîfeya xwe îstifa kir.
Li gorî îdiaya Ajansê, Amr ji ber bûyerên li Misrê îstifa kir.
Her wiha hejmara wezîrên ku ji wezîfeya xwe îstifa kirin bû 5.
Duh jî Wezîrê Hawirdorê Xalîd Fehmî, Wezirê Ragihandinê Atif Hilmî, Wezîrê Turîzmê Hîşam Zazu û Wezîrê Karên Hiqûqê Hatim Bacatu ji wezîfeyên xwe îstifa kiribûn.
Tê payîn ku di demeke kurt de li şûna wezîrên ku îstifa kirin, kesên nû bên tayînkirin.