ANKARA
Fenerbahçe li qada xwe Şukru Saracogluye, li hemberî Arsenalê 3-0 têk çû. Pêşbirka rovanşê dê 27ê tebaxê, roja sêşemê li Îngilîstanê bê lîstin lê piştî vê skorê gelek zor e ku Fenerbahçe ji tûrê derbas bibe.
Di maçên din de PAOK û Schalke 1-1 beramber man. Gola PAOKê di deqîqeya 73. de Miroslav Stochê ku ji Fenerbahçeyê çûbû avêt.
Encamên maçên din wiha ne:
Dinamo Zagreb-Austria Wien: 0-2
Ludogorets-Basel: 2-4
Steaua Bukreş-Legia Varşova: 1-1