TROMSO / TRABZON
Beşîktaş ji bo ku di Lîga Ewropayê ya UEFAyê de bileyîze di pêşbirka ewil ya tura play-offê de derket hemberî tîma Tromsoya Norveçê.
Beşîktaşê nîva ewil a pêşbirkê bi gola Almeîda 1 û 0 li pêş qedand. Tromso di nîva ewil de pozîsyonên golê zêde nedît. Lê piştî ku nîva duyemîn dest pê kir, Tromsoyê zorê li Bêşîktaşê bir û di deqeya 48emîn de bi penaltiyê gola xwe ya ewil avêt, rewş bû 1 û 1.
Di deqeya 68emîn de ji ber xetayê Escûde ve Beşîktaşê gola duduyan jî di qaleya xwe de dît û rewş bû 2 û 1. Piştî vê golê ji maçê tu gol nehat û Beşîktaş ji bo derketina tûrê hêvîyên xwe jî ji pêşbirka rovanşê re hişt.
Trabzonspor jî wek Beşîktaşê di Lîga Ewropayê ya UEFAyê de nûnertiya Tirkiyê dike. Ji bo ku vê nûnertiya xwe bidomîne, derket pêşbirka ewil ya tura play-offê.Trabzonsporê bi tîma Kûkesîyê ya nûnerê Albaniyayê re leyîst û reqîbê xwe 2 û 0 têk bir.