Türkan Tosun
12 Tebax 2018•Rojanekirin: 13 Tebax 2018
ANKARA
Berdevkê Wezareta Karên Derva yê Îranê Behram Qasimî rexne li siyaseta Amerîkayê ya li dijî Tirkiyeyê girt û anî ziman ku ew ji bo dana her cure piştgiriyê bo Tirkiyeyê amade ne.
Qasimî daxuyanî da televîzyona dewletê ya Îranê û wiha axivî: "Tirkiye û gelê Tirk li hember zextên ji derva ve tên kirin dikarin bi ser bikevin."
Der barê bûyerên ku di rojên dawîn de qewimîn Qasimî rexne li siyaseta Amerîkayê girt û got li dijî van mueyîdeyan ew li cem Tirkiyeyê ne.
Qasimî got Îran û Tirkiye dikarin bibin dostên baş û wiha dewam kir: "Îradeya gel bi zorbetî û gefxwarinan ve nikare bê guhertin."
Qasimî anî ziman dewletên din ên cînar jî divê Îranê li cem xwe bizanibin û behsa girîngiya hevkariyê ya di navbera welatên cînar de kir.