İbrahim Atmaca
16 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 17 Tîrmeh 2018
ANKARA
Li Sûriyeyê rejima Beşar Esed îdia kir ku Îsraîlê bi fuzeyan li Helebê nêzî baregeha esmanî êrîşî baregeheke eskerî kir.
Li gor nûçeya SANAyê, balafirên şer ên Îsraîlê, duh bi şev li bakurê baregeha esmanî ya Neyrabê li baregeheke eskerî da.
Li gor nûçeyê mebesta Îsraîlê ew e ku piştgiriya terorîstên ku li Dera û Kuneytraya başûrê welêt "têk çûn" bike û hat îdiakirin ku di êrîşê da tenê xesara madî çêbû.
Miqamên Îsraîlê hê tu daxuyanî nedane.
Îsraîl di nav 3 mehên dawîn da li Hums, Kuneytra, Dera û Şamê êrîş birin ser baregehên rejim û yên aîdê Îranê.