Türkan Tosun
16 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 17 Tîrmeh 2018
ÎSTANBUL
Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul bi bîr xist rewşa derasayî OHAL wê di nav çend rojan de dawî bibe û got: "Lê xilasbûna OHALê bila tu carê neyê wê meneyê ku di vê mijarê da têkoşîn wê dawî bibe. OHAL wê dawî bibe, lê FETO di serî da li hember hemû rêxistinên terorê yên ku hewl didin Tirkiyeyê bixin nav lepên xwe, tekoşîna dijî terorê wê bibiryar û heta dawiyê dewam bike. Bila şika tu kesî ji vê çênebe."
Li Stenbolê bi hevkariya Zanîngeha Stenbolê, Akademiya Dadê ya Tirkiyeyê, Komeleya Hiqûqnasên Qanûna Bingehîn, Yekîtiya Hiqûqnasên Navneteweyî, Platforma Hiqûqê ya Tirkiyeyê sempozyumeke bi navê "Sempozyuma Têkoşîna Dijî Derbeya Navneteweyî û 15ê Tîrmehê" hat lidarxistin.
Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul beşdarî vê sempozyumê bû û li wir axivî.
Gul spasiya kesên ku keda wan ji bo demokrasiyê heye kir û got ewê destana 15ê Tîrmehê tu carî ji bîr nekin, nedin jibîrkirin.
Wezîr Gul behsa derbeyê û rewşa derasayî ya ku wê piştî çend rojan bê rakirin kir û wiha axivî: "OHAL wê di nav çend rojan de dawî bibe û got: "Lê xilasbûna OHALê bila tu carê neyê wê meneyê ku di vê mijarê da têkoşîn wê dawî bibe. OHAL wê dawî bibe, lê FETO di serî da li hember hemû rêxistinên terorê yên ku hewl didin Tirkiyeyê bixin nav lepên xwe, tekoşîna dijî terorê wê bibiryar û heta dawiyê dewam bike. Bila şika tu kesî ji vê çênebe."
Gul der barê dozên ku ji ber hewldana darbeyê hatine vekirin da jî dûr û dirêj agahî dan û got ew wisa texmîn dikin heta dawiya salê ev doz wê biqedin.