29 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 30 Rêbendan 2017
ANKARA
Li Enqereyê di daweteke ji bo sinetê hat lidarxistin de 2 êrîşkarên ku nasnameya wan hê ne diyar e gule berdan li ser mêvanan. Di êrîşê de 2 kes mirin û 2 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyan li ser rêya Konyayê di otelekê de daweteke sinetê hebû. 2 kesên ku nasnameya wan hê ne diyar e hatin dawetê û gule berdan ser mêvanan.
Di êrîşê de Celal A. û Soner Y. mirin û Erman A û Serkan T jî birîndar bûn.
Birîndar rakirin Nexweşxaneya Memorîalê.
Ji bo ku şikbar bên girtin hêzên ewlehiyê dixebitin.