Haydar Şahin
20 Hezîran 2018•Rojanekirin: 21 Hezîran 2018
ANKARA
Dîmenên kameraya ewlekariyê yên êrîşa li dijî Îbrahîm Halîl Yildizê Parlementerê AK Partiyê û kesên pê ra ya li Sirûca navçeya Şanliurfayê derketin holê.
Di dîmenan da tê dîtin ku Îbrahîm Halîl Yildizê Parlementerê AK Partiyê, Naîf Bulbulê Serokê Sirûcê yê AK Partiyê û kesên bi wan ra li navenda bajêr esnafan ziyaret dikin û dikevin mixazeyekê.
Yildiz selamê dide kesên di mixazeyê da, merhebatiyê dide xwediyê dikanê û hewl dide ku pê ra biaxive. Yildiz qasî demekê xwediyê dikanê guhdarî dike û naaxive, di heman demê da bi mişteriyên li mixazeyê ne ra jî eleqedar dibe.
Di qeydan da xwediyê dikanê û hin mişterî bertekê nîşan didin û Yildiz berê xwe dide derî piştî vê li ser ricaya mişteriyekî Yildiz bi zarokekî ra wêneyê dikişîne.
Li gor dîmenan piştî Yildiz derdikeve derva kesek wan tev dide û derdixe derva.
Tê dîtin ku kesekî di mixazeyê da jî midaxeleyî wî kesê merivan derdixe dike. Piştî vê merivê ku li erdê dikeve û xwediyê mixazeyê bi darên ku didin destê xwe va dest pê dikin li AK Partiyiyan dixin.
Di 14ê hezîranê da di êrîşa li dijî AK Partiyiyan a li Sirûca navçeya Şanliurfayê da Mehmet Şah Yildizê kekê Îbrahîm Halîl Yildizê Parlementerê AK Partiyê jî tev 4 welatî hatibûn kuştin û 8 kes jî birîndar bibûn. Fadil Şenyaşar bi hinceta kuştina Mehmet Şah Yildiz hatibû girtin.